35 şervanên HSD li bakurê Reqayê hatin kuştin
Derbarê vê kiryarê kenala SkyNews di nûçeyeka xwe de ragehand ku, 35ê şervanên Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ku, duh operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê dest pê kirbû bi rêya otmmbîlekî bombekirî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin, herwiha bi dehan biînda bûn.
Ji aliyeke din ve HSD karîn di wê operasyonê de du zeviyan li ser rêya di navbera gundê El-Fasîta û El-Wista de rizgar bikin.
Duh, seat 2ê nîvro, operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê ji aliyê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkarê ve dest pê kir.
K24
