• Saturday, 21 February 2026
logo

YE hevkariya darayî pêşkêşî Kurdistanê dike

YE hevkariya darayî pêşkêşî Kurdistanê dike
YEê biryar daye daku hevkariyên darayî pêşkêşî Kurdistanê bike.

Di vê derbarê de nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewrûpayê Dilawer Ajgeyî diyar kir ku bo cara yekem di civîneke konseya Ewrûpayê de yaku beriya du rojan li Brukselê hatiye lidarxistin, YEê biryar daye daku hewl bide di warê darayî de hevkariya hikûmeta Kurdistanê bike.

Ajgeyî herwiha diyar kir ku beriya niha jî di civîna wezîrên derve yên welatên YEê de behsa pêşkêş kirina hevkariyên darayî bo Kurdistanê hatiye kirin lêbelê di civîna roja 23ê vê mehê de konseya Ewrûpayê biryar daye daku rêyên pêwîst bo gehandina hevkariyan bo Kurdistanê bibîne.
Top