YPG ber bi Reqayê ve pêşde diçe!
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro Sêşemê ragihandin ku wan dest bi operasyona "Rizgarkirina Bakurê Reqqayê" kiriye.
Firokeyên hevpeymaniya li dijî DAIŞê ku Amerîka serperiştiya wê dike dê ji esman ve piştgirî bidin operasyonê.
Berdevka HSDyê, Rojda Felat li Eyn Îsayê ji rojnamevanan re got: "Bi beşdariya hemû pêkhateyên HSDyê û hevkariya hevpeymaniya navneteweyî em vê operasyonê didin destpêkirin."
Nivîsgeha Çapemenî ya HSDê li ser Twitterê herwiha ragihand ku Felatê gotiye: "Hêzên taybet ên Amerîkayê ku li Rojavayê Kurdistanê ne, dê beşdarî êrîşê bibin."
Felat herwiha diyar kir ku armanca êrîşê rêgirtina li êrîşên tîrorî li ser Şedadî, Girêspî û Kobanî.
Di vîdyoyên ku HSDê belav kirine de, veguhestina tankan û şervanan tê dîtin.
Li gorî zanyariyên ji sivîlên Reqqayê DAIŞê bi hezaran xefik danîne û bombe li ser rêyên sereke çandine.
Ev êrîş piştî serdana Fermandeyê Fermandehiya Navendî ya Amerîkî, Joseph Votel ku roja Yekşemê serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û li ser rizgarkirina bajêr bi berpirsên leşkerî yên Kurd re civiyabû.
Rudaw
