• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir
Roja dûşem 23.05.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîm El Cibûrî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û qeyran û rûdanên siyasiyên vê dawiyê ya Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û behsa çareseriyên ji bo yek alîkirina wan kêşeyan kirin. Her dû alî tekez li ser diyalog û hevdû têgihîştina di navbera aliyan ya ji bo çareseriya giriftan kirin.

Li hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûneran ragihand ku fraksiyonên Encûmena Nûneran di civîn û danustandinên berdewam dane bo ku bigihin çareseriyeke hevbeş û lîjneyên Encûmena Nûneran li ser karên xwe de berdewamin.

Li beşekî dinê civînê de tîşk xistin li ser rewşa emnî û şerê terorîstên Da'îş û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistan û hêzên Iraqiyan.

Top