Li Almanyayê Çeçenî û Efxanî êrîşî Êzidiyan kir
Berpirsê beşa rewşenbîrî ya Laleşê li Almanyayê, Dilşad Simo Coqî ragihand ku li kampeke penaberan komek penaberên îslamî yên Efxan û çeçenî bi kêran êrişî komek xortên êzidî kirin û di encamê de 5 xortên êzidî birîndar bûn.
Dilşad Simo Coqî da zanîn ku her çiqas polês pêşiya aloziyê girtiye lê ew wekî Laleş dixwazin malbatên êzidî ji wê kampê bên derxistin û derbasî cihekî din bên kirin. Ji ber ku ew komên îslamî jiyana wan êzidiyan tehdîd dikin.
Wî nûnerê Laleşê ragihand ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina wan malbatên êzidî hatine girtin û ewên ku birîndar jî bûne derbasî nexweşxaneyan hatine kirin û hinek êrişkar jî hatine girtin.
