• Saturday, 21 February 2026
logo

Li zankoya Işık de konferansa ‘’Dewleta serbixwe ya Kurdistanê û Jenosoida Helebçê

Li zankoya Işık de konferansa ‘’Dewleta serbixwe ya Kurdistanê û Jenosoida Helebçê
Di zincîre konferansên zankoya Işık ya îsal de (2015-2016) îro 23.05.2016ê li koleja yasa ya zankoya Işıkê li Hewlêrê pêncemîn konferansa navnetewî ya zanko û yekemîn konferansa zanistî ya yasayên navnetewî birê çû.

Di vê konferansê de ku hejmarekî gelek beşdarvanên ji dadver, yasanas, mafperwer, akademîsyen, wezîr û parlamenter, rêveberên giştî û çalakvanên civaka sivîl û berpirsên paye bilind ên partiyên siyasî ve birêve çû. Bi kurte fîlmekî dekomanterî yê di derbarê çalakiyên zankoya Işık û gotara serokê zankoya Işık a Hewlêrê profesor Dr.Ehmed Oztaş û gotara nûnerê wezareta xwendina bala Dr. Amanc Husên û rêveberê koleja yasa Dr. Hisên Çeklî destpê kir.

Piştre gelek lêkolînên yasayî hatin pêşkêş kirin, ku baldikşande ser herêma Kurdistanê, Iraqê û bi giştî Herêmê.

Dadverê navdar ê Iraqê Dr. Mihemed El Urêbî yê ku hikmê darvekirina tewanbarên mezin ê rejîma Baasê Elî Hesen Mecîd ku wek Elî Kîmyavî tê naskirin derxistibû û di derbarê vê dosya ya kîmyabaranê û jenosoîda bajarê Helebçeya şehîd de gotarek pêşkêş kir û ev dosyaye bixwe li dadgeya bilind a tewanên Iraqê de ye serokatiya wê kir û hikmê dawiyê li dijî tewanbaran derxistibû.

Urêbî berevajî qonaxan, ber bi pêşde birina vê dosyayê û heta darve kirina tewanbaran rawe kir û rehendên yasayî yên dosyayê bêhtir ron kir.

Piştre jî babeta herî giring, ku îro pirs û bersiva herî germ a çapemeniyê ye, babeta serxwebûna Kurdistanê ji aliyê yasayî ve, ji aliyê Dr. Ednan Ehmedê pisporê yasayî ve hate pêşkêş kirin.

Dr. Ednan ji aliyê yasayî ve cudabûna Kurdistanê li Iraqê û serxwebûna Kurdistanê wek bijardeya herî guncaw pênase kir, lêkolîneke bi hûrî di derbarê mafên Herêma Kurdistanê de wek pêkhateyeke siyasî û hemwelatiyên Kurdistanê wek takekes bo serxwebûnê û cudabûna li Iraqê pêşkêş kir û çend spartinên din jî hebûn pêşkêş kir ku ji rêveberiya siyasî ya Kurdistanê ve girêdayî bi pirsa cudabûna li Iraqê.

Li gor bernameya konferansê, piştî nîvro di derbarê yasayên taybetî de jî çend babetekên nû yên hemdemî hatin pêşkêş kirin.

Basnews
Top