• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji Serokê Fransa peyama piştgîriyê bo Kurdistanê!

Ji Serokê Fransa peyama piştgîriyê bo Kurdistanê!
Serokê Fransa Franoçois Hollande ragihand, Fransa piştgîriya pêşmerge û gelê Kurdistanê dike û erkê Hevpeymaniya Navdewletî ye jî ku rasterast alîkariya pêşmerge bike.

Îro yekşemî 22ê Gulanê şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek ji fermandeyên Hêza Pêşmerge serdana Fransa kir û ji aliyê Serokê Fransa, François Hollande ve hat pêşwazîkirin.

Piştî bidawîhatina civînê, Serokê Fransa, François Hollande li pêşberî Koşka Elysee (Êlîze) ji Rûdawê re axivî.

Hollande di daxuyaniyek taybet de ji Rûdawê re ragihand: “Fransa herdem pişgîrîiya Pêşmerge kiriye. Di sala 2014an de, dema ku egera çêbûna karesatek mezin li ser Kurdistanê hebû, wê demê Fransa çek û pêwîstiyên giring ên leşkerî ji Pêşmerge re şand. Herwiha ez agahdarî wan cihan im ku Pêşmerge kontrol kirine.”

Hollande ku fîlma ‘Pêşmerge’ ku di 69mîn Festîvala Cannesê hat nîşandan, temaşe kiriye, derbarê vê fîlmê de ji Rûdawê re got: “Ev fîlma ku li ser Pêşmerge hatiye berhemanîn, aliyekî din ê Pêşmerge nîşan dide. Îro min xwast, ku pêşwazî li şanda Herêma Kurdistanê bikim ku fermandeyên pêşmerge jî bi wan re ne, daku tekez bikim ku Fransa piştevanî Pêşmege û gelê Kurdistanê ye ku heta niha jî li şûna hemû cîhanê şerê DAIŞê dikin.

Hollande tekez kir: “Ew şerê ku ew (Pêşmerge) dikin, tenê bo Kurdistanê nîne, tenê bo Rojhilata Navîn nîne. Ew şer, şerê hemû cîhanê ye.”

Derbarê alîkariya Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de, Serokê Fransa piştgîriya xwe bo şandina alîkariyên rasterast bo Pêşmerge anî ziman û got: “Erkê Hevpeymaniya Navdewletî ye jî ku bi awayekê rasterast alîkariya Pêşmerge bike, lê belê di heman demê de erek stratejiyek plankirî hebe, û tenê êrişên bêplan neyên kirin. Bo mînak bo kontrolkirina bajarê Mûsilê, çimku gerek em bizanin piştî ku ev bajar hat kontrolkirin, dê çawan birêve biçe û pêwîst e hevrêzî ligel xelkê bajêr bi xwe bê kirin.”

François Hollande herwiha da xuyakirin: “Gerek piştgîriyek timam bo Pêşmerge bê dabînkirin. Gerek em vê stratejiyê bidin pêşiya xwe. Em ligel desthilatdarên Tirkiyê axivîne, daku di vê dema gelek hestiyar de kar bikin bo kêmkirina aloziyan û hevdem bûyerên terorîstî bên rawestandin. Ji ber ku em nikarin bi hêz piştgîriya karekî bikin. Pêwîst e em hemû guvaşekê bo aştiyê û lihevhatinê dest pê bikin.”

Rudaw
Top