Fermandeyekî Pêşmerge: Amerîka ji YPGê re gotiye bila Pêşmerge vegerin Rojava
Fermandeyekî pêşmergeyên Rojava bi navê Dilovan Rovarî, ji BasNewsê re got, nûnerê taybet ê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de, Brett McGurk di serdana xwe ya Kobanî de bi rayedarên PYD û YPGê re li ser vegera pêşmergeyên Rojava gotûbêj kiribû û ji wan re gotibû, vegera pêşmergeyên Rojava pêwîstiyek niştimanî ye ji ber ku wan perwerde dîtine û dikarin pêşiya êrişên DAIŞê li dijî Rojava bigirin.
Dilovan Rovarî diyar kir ku pêşmergeyên Rojava perwerdeya çekên pêşketî û giran dîtine û got, gelek çek û cebilxaneya me jî heye ji ber wê jî êdî dema wê hatiye beşek ji Kurdistana Rojava ji aliyê pêşmergeyên Rojava ve were parastin.
Heta niha rayedarên PYD û YPGê bi tundî li dijî vegera pêşmergeyên Rojava derketine. Herî dawî rayedarê TEV-DEMê Aldar Xelîl, ew Pêşmerge wek “çete” ni nav kiribû û dijberiya xwe li hember wan nîşan dabû.
Hejmara pêşmergeyên Rojava derdora 3 hezar e û xwe bi navê “Leşkerên Rojê” tenzîm kirine. Pêşmergeyên han ji aliyê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ve tên perwerdekirin. Pêşmergeyên Rojava li kêleka pêşmergeyên Başûr şerê DAIŞê dikin û heta niha gelek jian jî şehîd bûne.
Basnews
