Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Romanya li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Balyozê Romanya li Iraqê xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê ragihand û tekez kir ku welatê wan li çarçêweya hevpeymaniya navdewletî ya dijî Da'îş wekî hevbeşek temaşa Kurdistanê dike û li hevkarîkirina Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstên Da'îş de berdewam dibe. Her li vê hevdîtinê de Balyozê Romanya li Iraqê nîgeraniya xwe di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraqê ragihand.
Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Balyozê Romanya li Iraqê, ji bo hevkarîkirina Kurdistanê li şerê dijî terorîstan spasî gel û dewleta Romanya kir. Serok Barzanî ragihand ku raste Da'îş dijminê hemû mirovayetiye û dijminê hevbeşê me hemûyane, lê belê li rastiyê da Pêşmergeye şer dike û xwîn dide, ji bo wê yekê pêwîste hevkarîkirina Pêşmerge zêdetir bibê û bigihe asta pêwîst.
Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstan mijareke dinê vê civînê bû.
