• Saturday, 21 February 2026
logo

‘Li Dêrsîmê karker hatin revandin’

‘Li Dêrsîmê karker hatin revandin’
Hat îdia kirin ku li navçeya Pulur a Dêrsîmê 3 karkerên çêkirina rêya di navbera gundê Kirbat û Torunoba de mijûl dibûn, hatine revandin.

Li gorî îdiayan medyaya Tirkiyê, gerîlayên PKKê duh şev, 3 karkerên ku di dema li ser rêya di navbera gundê Kirbat û Torunoba de kar dikirin, revandin.

Hat gotin 5 makineyên kar, konteyner û avahiya şantiya şirketeke teybet jî hatiye şewitandin.

Derbarê vê mijarê de ne ji aliyê fermî yên dewleta Tirkiyê ve ne ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî ne hatiye belavkirin.

Rudaw
Top