Hêza Sûriyê ya Demokratîk xwe ji rizgarkirina Reqayê re amade dikin
Derbarê vê mijarê ajansa Spotînk belavkirye ku, Nûnerê Hêza Sûriyê ya Demkoratîk(HSD) Tacir Kobanê ji wan re ragehandiye ku, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ev deme dirêje, xwe ji proseya rizgarkirina Reqayê re amade dikin, da zanîn ku ew şer dê ji 3ê aliyan ve dest pê bike.
Ji aliyê xwe Berdevkê HSD Telal Silo ji Rojnameya Şerq El- Ewsed re ragehandbû ku, ew nikarin bajarê ku, ji aliyê wan û Hevpeymaniya Navdewletî bê rizgarkirin aşkere bikin, da zanîn ku, dibe ew bajar Reqa be, yan Dûrazorê yan jî bajareke din be, tenê diyarkir ku, şereke tund li pêşiya wan e heye.
Hevpeymaniya Navdewletî berî du rojana belavok bi ser xelkê Reqayê re avêtibûne xwar, tê de daxwaz ji welatiyan kirbû ku, bajêr vala bikin.
K24
