• Saturday, 21 February 2026
logo

Sefîn Dizeyî îdiaya derbarê Nîçîrvan Barzanî de red kir

Sefîn Dizeyî îdiaya derbarê Nîçîrvan Barzanî de red kir
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser nûçeya ku îdia dike “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rê li ber rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Îranê ya derbarê petrolê de girtiye” daxuyaniyek da û ew îdia red kir.

Beriya çend rojan di malperekê ya nûçeyan de hatibû îdiakirin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo rêkeftina petrol û gazê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bûye asteng.

Derbarê vê îdiayê de li ser malpera Desteya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek hat belavkirin û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî tê de ragihand ku peywendiyên wan li gel dewletên ciran di çarcoveya berjewendiyan de bi awayakî dostane didome.

Sefîn Dizeyî diyar kir, derbarê mijara petrol û gaze ya navbera Kurdistan û Îranê di astekî teknîkî de gotûbêjên wan berdewam e û got: “Di vê çarçoveyê de tekîliyên me bi Îranê re erênî ne.”

Ji aliyê din beriya çend rojan Îranê bi awayekê fermî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vexwendibû Îranê.

Rudaw
Top