Ebadî: xwepêşanderên Bexdayê hewldana rizgarkirina DAIŞê dan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, di rûpela xwe ya taybet a tora civakî ya facebookê de diyar kir, ew tehliheviyên li Bexdayê di berjewendiyê gel û niştiman de nînin û daxwaz ji hemû aliyekê jî; ‘’Piştîwaniya pehlevanên me bikin.’’
Li gor Heyder Ebadî xwepêşander bi destê Baasiyên nehez ên hevpeymanên DAIŞê ne li piştin û bi dagirkirina navçeya Sewz ango Kesk a Bexdayê ve (Navçeya Sewz ango Kesk cîhê îdareya Iraqê lê tê kirine) hewldan DAIŞê biparêzin, ku carekedin rastî şikestan neyên ji aliyê hêzên Iraqê ve.
Herwaha serokwezîrê Iraqê amaje bi vê jî kir, ‘’Dagirkirina encûmena wezîran nayê pesend kirin û pêwîste yasa bên birêvebirin û dilopeke xwîna hemwelatiyan pir şirîntir û mezine li gel me.’’
Duh roja înê 20.05.2016 li gor nûçeya çapemeniya Iraqê xwepêşanderên ku piraniya wan alîgirê Muqteda El Sedr bûn, ketine navçeya Kesk û encûmena wezîran dagir kirin.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî gule barandin û bersiva xwepêşanderan da û ev yek bu sedeman kuştina bi dehan xwepêşanderan û birîndarbûna zêdetir ji 500 hemwelatiyan.
Basnews
