Li Mardînê şereke dijwar qewmî û gelek leşker birîndar bûne
Li gorî zaniyariyan duh danê nîvro, gerîlayên PKKê êrişî gundê Baxlica yê Mêrdînê kirin û muxtarê gund Kazim Kavak, ku di heman demê de cerdevan jî bû, kuştin.
Li gorî agahiyan, piştî bûyerê hêzên Tirkiyê ber bi gund ve çûn lê di rê de bombek bi otomobîla leşkeran de teqiya, di encamê de 8 leşker birîndar bûn.
Tê gotin ku heta niha jî li derdora gund şer didome.
