• Saturday, 21 February 2026
logo

Gelo piştî rakirina parêzbendiyê dê sizaya parlamenterên HDPê çi be

Gelo piştî rakirina parêzbendiyê dê sizaya parlamenterên HDPê çi be
Li Parlamentoya Tirkiyê, guhertina destûrê ya bo rakirina parêzbendiyan bi dengê 376 parlamenteran hate pesendkirin û parêzbendiya parlamenteran rabû. Gelo dê aqûbeta parlamenterên HDPê çi bibe û piştî vê yekê Tirkiye ber bi rewşeke çawa biçe.

Duh, li Tirkiyê, dengdayîneke dîrokî bi rêve çû. Ji bo pêşniyaza ji aliyê AKPê ve hatibû amadekirina ya bo asêkirina xala 83. Ya destûra bingehîn, li parlamentoyê, dengdayîna tûra duyemîn hate lidarketin. Di encama dengdayînê de, digel 140 dengên red, bi dengê 376 parlamenteran guhertina destûrî hate pesendkirin û parêzbendiya 148 parlamenterên derbarê wan de fezleke hatibû amadekirin rabû.

HDP ku parêzbendiyên 43 parlamenterên wê radibe, rakirina parêzbendiyan wekî darbeyekê nirxand û diyar kir ku dê ev yek rêgirî li ber çareserkirina kêşeyan be.

Derbarê vê mijarê Parlamenterê HDPê Garo Paylan wiha got:"6 mîlyon welatiyan dengê xwe dan me. Ji ber ku siyaseta me, diecibînin dengên xwe dan me. Derkerina me ya ji siyasetê, derkirina hemû wan kesan e ku deng dane me. Armanca me ew e ku em kêşeyan bi rêyên demokratîk çareser bikin. Lê eqlê siyaset û dewletê, asê bûye."

CHP jî rakirina parêzbendiyan wekî gava pêşî ya danîna pergala serokatiyê dinirxîne û dibêje ev yek dê kêşeyên li welêt zêdetir bike.

Derbarê vê yekê Parlamenterê CHPê Orhan Saribal wiha axifî:"Partiya xapandin û terişandinê bi Qesra Qaçax re tevdiger e. Mixabin em bi helwesteke wiha re rûbirû ne ku parlamentoyê asê dike, siyasetê dixitimîne û bi polîtîkayên xwe dibe sedema alozî û şer û pevçûnan "

Li aliyê din, HDP di daxuyaniyên xwe de, her tim dibêje ew ê bi tu awayî neçin îfadedayînê. Ji ber vê yekê jî metirsî heye ku heyama 1994an dûbare bike ku wê demê Parlamenterên DEPê ji parlamentoya Tirkiyê hatibûn avêtin. Lê AKP vê yekê red dike

Ji aliyê xwe ve Parlamenterê AKPê Çahît Ozkan wiha got:"Dibêjin heger parêzbendî bêne rakirin dê salên 90î yên tarî dûbare bikin. Na ev yek çê nabe. Tirkiye welatekî demokratîk e. Ev 13 salin AK Partî nûzasiyên demokrasî û azadiyê çê dike. Me bi ferasta yek welat, yek al, yek dewlet û yek gel, ev gav avêtin."

Di sala 1994an de, parêzbendiyên parlamenterên Partiya Demokrasiyê(DEP) hate rakirin, piştre polîs ketin parlamentoya Tirkiyê û parlamenterên DEPê Orhan Doğan, Hatip Dicle, Leyla Zana, Ahmet Türk, Sırrı Sakık û Mahmut Alınak binçav kirin. Piştî 13 rojan jî her 5 parlamenterên DEPê hatin zindanîkirin. Ji wê demê heta niha girtina Parlamenterên Kurd wekî rûpeleke reş di dîroka siyasî ya Tirkiyê de tê nirxandin. Niha jî tê meraqkirin ku, dê ew heyama 1994an cardin dubare bibe an na?

K24
Top