Li Koşka Spî teqe
Polîsê Nihênî yê Amerîka, duh li nêzîkî xaleke kontrolê ya Koşka Spî teqe li çekdarekî kir û di encamê de ew kesê çekdar birîndar bû.
Gulleyên polîs li zikê kesê çekdar ketin û piştî ku birîndar bû, tîmên hawarçûnê ew rakirin nexweşxaneyê.
Li gor zanyariyan, di dema teqekirinê de Serokê Amerîka Barack Obama li derveyî Koşka Spî bûye.
Herwiha hat ragihandin, ku Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden li Koşka Spî bûye û bo parastina wî hêzên ewlehiyê rêkarên taybet bicih kir.
Derbarê nasnameya kesê çekdar û çawaniya rûdana bûyerê de ti zanyariyên zelal nehatine ragihandin.
Destpêkê hat ragihandin, ku kesê çekdar teqe li Koşka Spî kiriye, lê belê piştre ew nûçe hat redkirin.
Rudaw
