• Saturday, 21 February 2026
logo

Rêya girtigehê ji parlamenterên HDPê re vekirin

Rêya girtigehê ji parlamenterên HDPê re vekirin
Parlamentoya Tirkiyê duyem xala pêşnûmaya rakirina parêzbendiya parlamentaran bi 374 dengî qebûl kir.

Bi vî awayî neçûna referandumê misoger bû û rê li ber destgîrkirin û darizandina parlamentarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) vebû.

Xala duyem bi 374 erê, 136 na, 11 vala, 4 bêbiryar û 1 dengê betal hate pesendkirin.

Yekem xala pêşnûmayê bi 373 dengan hatibû qebûlkirin.

Ji bo xala yekem 373 erê, 138 na, 3 betal, 7 deng jî bêbiryar derktin.

17ê Adarê, li parlamentoya Tirkiyê li ser pêşnûmeya rakirina parêzbendiyan dengdayîn pêk hatibû û benda yekem a vê pêşnûmeyê bi 350 dengan û ya duyem jî bi 357 dengan hatibûn pejirandin.

AK Partî û MHPê dixwest pêşnûme bê pejirandin, lê HDP li hember derdiket. Herwiha CHPê jî di vê mijarê de bibû du beş û aliyek li dijî derdiket û aliyekê jî qebûl dixwest.

Rudaw
Top