Berpirsekî Gorranê îstîfa kir
Li gor agahiyan Rûdawê, Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorranê Ferset Salih Herkî û Bajêrvanê Navçeya Xebatê yê Gorranê ji partiya xwe veqetiya û dest ji kar berda.
Di daxuyaniyeke ligel Rûdawê de Ferset Salih Herkî ev agahî piştrast kir û ragihand, ew dê îşev derbarê vê biryara xwe de daxuyaniyekê de rabigihîne.
Ferset Herkî got: “Ev siyaseta ku Gorranê birêve dibe, di berjewendiya Herêma Kurdistanê de nîne, bi taybet rêkevtina ligel YNKê dibe sedema du îdareyiyê û nakokiyên zêdetir dixe navbera aliyên siyasî.”
Herkî herwiha da xuyakirin: “Beşek ji endamên Rêxistina Xebat a Gorranê bi min re ne.”
Navçeya Xebat girêdyaî parêzgeha Hewlêrê ye.
Li gor rêziknameya navxwe ya Tevgera Gorranê ku di kongreya Yekem a vê tevgerê de di 26-27ê meha 12 a sala 2013an de hatiye pesendkirin, Civata Gişît sîwana piştevaniya siyasî û meinewî, herwiha saziya şêwirmendiyê di warên karê siyasî, rêxistinî, kargêrî, darayî û medyaya ya Tevgera Gorranê ye.
Rudaw
