Îtaliya berdewam dibe li ser hevkarî kirina pêşmerge
Nunera hikûmeta Kurdistanê li Îtaliyayê Rêzan Qadir diyar kir ku hikûmeta Îtaliyayê biryar daye hevkariyên xwe yên leşkerî bo hêzên pêşmerge zêdetir bike.
Rêzan Qadir herwiha diyar kir ku hikûmeta Îtaliyayê di civîna xwe ya herî dawî de biryar daye daku di warê şandina çek û cebelxaneyan de bo hêzên pêşmerge hewldanên xwe lezgîntir bike û zêdetir hevkariya pêşmerge di çarçoveya şerê dijî DIŞIê de bike.
Qadir herwiha anî ziman ku hikûmeta Îtaliyayê ji bilî şandina hevkariyên leşkerî hevdem biryar daye daku di demên pêş de hijmareke din ji psporên xwe yên leşkerî bişîne Kurdistanê bo perwerde kirina hêzên pêşmerge.
