• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka li dijî xweseriya Kerkûkê ye

Amerîka li dijî xweseriya Kerkûkê ye
Amerîkayê dijitiya xwe li pêşniyaza xweserbûna Kerkûkê ragihand.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby di civîneke çapemeniyê ya roj Pêncşemê de got, Amerîka li dijî pêşniyaza parêzgarê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm e ku Kerkûk bibe herêmeke xweser.

John Kirby got wiha got: "Em piştgiriyê didin hikûmeta navendî ya li Bexdayê û Serokwezîr [Heyder] Ebadî, û hewlên wî ji bo rêvebirina Iraqê bi rêya hikûmeteke yekgirtî. Û ev siyaset dê neguhere."

Li gorî Destûra Iraqê, hikûmeta li Bexdayê ne navendî, lê federal e.

Wekî bersiv ji pirsa rojnamevanekî re, Kirby got haya wî jê nîne ka Necmedîn Kerîm di gel tu berpirsên Wezareta Derve civiyaye yan na.

Necmedîn Kerîm, 10ê Gulanê, dema serdana xwe ya Amerîkayê, Washingtona paytext ji rojnamevanan re gotibû ku divê "Kerkûk ji Bexdayê dûr bikeve."

Kerîm herwiha rexne li siyaseta Amerîka ku bi salane, bi tundî yekparçeyiya Iraqê diparêze girt û got: "Gêncên Amerîkî ji bo yekîtiya welatekî ku naxwaze yek bimîne jiyana xwe ji dest didin."

Bajarê Kerkûkê û deverên Kurdistanî yên parêzgeha wê, ji havîna 2014an ve, dema Artêşa Iraqê ji ber êrîşên rêxistina DAIŞê de vekişiya, bi temamî li jêr kontrola Hêzên Pêşmerge de ne.

Parêzgar Kerîm, serê salê di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê mafê Kerkûkê parastibû ku bi fermî beşdarî Herêma Kurdistanê bibe û referandûmeke serxwebûnê bê rêkxistin.

Derbarê parlamentarên Kurdistanî de, ku piştî dagîrkirina Parlamentoya Iraqê ji aliyê xwepêşanderên Şîe ve Bexda terikandiye û hê venegeriyane wir, Kirby got parlamentar biryarên şexsî didin û Amerîka dê berdewam be li piştgiriya "hikûmeta navendî ya li Bexdayê."

Rudaw
Top