• Saturday, 21 February 2026
logo

PKKê êrişî leşkeran kir; 4 leşker hatin kuştin û 10 jî birîndar in

PKKê êrişî leşkeran kir; 4 leşker hatin kuştin û 10 jî birîndar in
Li Wanê şer û pevçûn derket û leşkerekî Artêşa Tirkiyê hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî di encama teqînekê de 3 leşker hatin kuştin.

Duh Pênşemî 19ê Gulanê danê sibehî li Wanê û li nêzîkî sêriyana Çatak-Gurpinar-Edermit şer û pevçûn di navbera gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên Artêşa Tirkiyê de derket.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li ser zanyariyên îstîxbaratî ku PKKyî li nêzîkî Saziya Mezbehxaneyê bombeya didanin, ber bi vî cihî ve ketin rê, lê belê di dema derbasbûna wesayita zirhî ya hêzên Tirkiyê, gerîllayên PKKê êriş kirin û gulle berdan leşkeran.

Di encam de şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derket û 2 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn, ku yek ji wan efser bû. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Gurpinarê, lê ji ber giraniya birînan, leşkerekî jiyana xwe ji dest da.

Piştî pevçûnê, hêzeke zêde ya ewlehiyê ber bi cihê bûyerê ve hat şandin û li herêman derdorê operasyon hat destpêkirina.

Li Nisêbînê 3 leşker mirin

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî îro derdora danê nîvro bombeyek bi leşkerên Tirkiyê ve teqiya û di encamê de 1 leşker hat kuştin û 9 leşker û polîs jî birîndar bûn.

Piştî teqînê tîmên hawarçûnê û hêzeke zêde ya ewlehiyê gihîşt cihê bûyerê û leşker û polîsên birîndar rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Li nexweşxaneyê 2 leşkerên din jî ji ber giraniya birînan jiyana xwe ji dest da û hejmara leşkerên kuştî yên Artêşa Tirkiyê li Nisêbînê di encama teqîna îro de bo 3 leşkeran bilind bû.

Li navçeya Nisêbînê ji 14ê Adar a îsal ve heta niha qedexeya derketina derve heye û operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li vê navçeya Bakurê Kurdistanê berdewam e.

Rudaw
Top