ORMIYE / Îranê 5 Kurd îdam kirin – 50 Kurd jî li benda îdamkirinê ne!
Li gor agahiyan ji Rijhilatê Kurdistanê ve, Hikûmeta Îranê duh sêşemî 17ê Gulanê 5 girtiyên Kurd li sêdareyê dan.
Her 5 girtiyên Kurd duh li girtîgeha Derya ya li bajarê Ormiyê biryara îdamkirinê bi ser wan de hat cîbicîkirin.
Ji wan 5 girtiyan, 4 kes xelkê bajarê Ormiyê û kesek jî xelkê bajarê Selmasê yên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Nasnameya wan 5 kesan bi vî awayî hatiye ragihandin:
Elî Şemo Gerdiyan, Rehman Reşîdî, Nadir Mihemedî û Nacî Kêywanî ji bajarê Ormiyê û Heyder Emînê ji bajarê Selmasê.
Herwiha ligel wan her 5 girtiyên Kurd, kesekî Azerî ku xelkê Ormiyê ye, ji aliyê Îranê ve hatiye îdamkirin.
Li gor zanyariyên ji Ormiyê, hêj 70 girtî di girtîgeha Derya ya Ormiyê de hene ku biryara îdamkirina wan derketiye, ku 50 kes ji wan Kurd in.
Hikûmeta Îranê her 5 girtiyên Kurd bi bikaranîn û bazirganiya madeyên hişber tohmetbar kiribû.
Rudaw
