Mesrûr Barzanî li gel şandeke YEê civiya
Duh şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke bilind ya Yekîtiya Ewrûpayê ya bi Serokatiya birêveberê giştî karûbarên derve yên YEê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Dr. Nicholas Westcott û şandeke pê re kir.
Di destpêka hevdîtinê de heyeta mêwan eşkere kir ku armanca wan ji vê serdana han şîrove kirina rewşa heyiye.
Her di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî jî diyar kir ku biîsrarbûn li ser şaştiyên dîrokî ne li gorî berejnwendiyên deverê ye lewre lazime weke beşek ji çareserî li bername û bijardeya gelê Kurd were mêzekirin.
Di berdewamiya hevdîtina han de ku nunerê hikûmeta Kurdistanê ya li YEê jî tê de beşdar bû behsa pêşhatên dawî yên meydanî ên şerê dijî terorîstên DIŞIê û hevkariyên leşkerî û însanî yên YEê ên bo Kurdistanê û pêşeroja têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
Derbarê rewşa meydanî ya eniyên şerê dijî DIŞIê de Mesrûr Barzanî balkêşande ser rewşa şer û eniyên şerê û got: Jibilî serkeftinên mezin û azad kirina deverên gelek zêde ji destê DIŞIê lêbelê hîn jî metirsiya terorê li ser asayîşa deverê û cîhanê maye û min beriya niha jî di gotarekî de li parlementoya Ewrûpayê behsa vê yekê kiribû.
Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku lazime YEê zêdetir hevkariya hêzên pêşmerge bike daku bi lez serkeftinên mezin yên leşkerî bidest bixe û got: Di warê leşkerî, darayî û însanî de Kurdistan pêdiviya xwe bi hevkariya YEê heye bi taybetî jiber ev hijmara zêde ya koçberan ku hatine Kurdistanê, bargiraniyeke mezin li ser şandê Kurdistanê çê bûye.
Di berdewamiya civîna han de bi awayekî berfire behsa pêşeroja têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê hate kirin û Barzanî bi awayekî kurt behsa kêşeyên kevin û nû yên Îraqê bo şanda mêwan kir û tekez li ser bijarde û helwesta gelê Kurd bo çareser kirina kêşeyên heyî kir û got: Lazime bi awayekî aştiyane dest bi giftûgo were kirin daku em bibin du cîran.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku Kurd di çarçoveya Îraqê de tevahiya rêyên heyî cerband lê jiber neguherîna eqiliyetê li Bexdayê û nebûna baweriya Bexdayê bi hevbeşiya rasteqîn ev rêyên han serkeftî nebûn lewre lazime bo pêşî girtin ji dûbare bûna şaştiyên berê û karesatan gelê Kurd xwedan mafe ku li pey bijardeyên din de bigere daku berejwendiyên xwe dabîn bike û bi vê rengê jî vê aramî bo deverê were dabînkirin.
Mesrûr Barzanî herwiha hêvî xwest ku YEê weke beşek ji çareseriya kêşeyan li bijarde û helwesta gelê Kurd binêre û got: Çawe bawerî bi eqiliyetekî tê kirin ku pêşkeftina Kurdistanê weke metirsî bo ser xwe bizane, ew di demekî deye ku li gorî destûr Kurdistan jî beşeke ji vê welatî
