YPG: Hêzên Amerîkî şervanan perwerde dikin
Li gorî zanyariyên xwecihî, hevserokê PYD Salih Mislim, li Kobaniyê ligel şandeke leşkerî ya hevpeymana naavdewletî ya li dijî DAIŞê civiya.
Di vê civînê de behsa şerê li dijî DAIŞê li Reqayê hate kirin.
Her ji aliyê xwe ve jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD dengê xwe gihandine xelkên Reqayê ku bi wan re li dijî DAIŞê alîkar bin.
Derbarê hatina vê hêza Amerîkî jî YPG behsa rola van hêzan dike.
Fermandarekî YPGê bi navê Mezlûm di axaftineke xwe de nîşan bi wê yekê da û behsa rola leşkerên Amerîkî kir û got: “Di warê Perwerde û paşxistina hêza HSDê de Amerîka hevkariya xwe pêşkêş dike. Taybetî hatina wan a îro, wek nîşanekeyê ku di warê leşkerî de dê zêdetir alîkariyê bikin.”
Rudaw
