John Kirby: Mc Gurk serdana Kobanê nekiriye!
Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby li hesabê xwe ya tûra civakî “Twetter” belav kir û red kir, ku Mc Gurk serdana Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê kiribe.
Berpirsê Pêwendiyên derve yê berê li Kantona Kobanê û Şirovekarê Siyasî Idrîs Nasan îro ji K24ê re ragihandibû, ku Nûnerê Serokê Amerîkayê Barak Obama Brett Mc Gurk bi armanca piştgiriya hêzên kurdî di şerê li dijî DAIŞê û gotûbêjkirin li ser desbasbûna Hêzên Sûriyê ya Demokratîk (HSD) li Rojavayê çemê Feratê ye.
Di dawiya meha Mijdarde, Nûnerê Serokê Amerîkayê Barak Obama Brett Mc Gurk serdana bajarê Kobanê kirbû û li gel berpirsên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) hevdîtin kiribû.
Basnews
