Pisporê Îsraîlî: Kurd dibin xwedî dewlet
Endamê Navenda Vekolînê ya Xebatên Ewlehiyê (INSS) û generalê teqawîd ê Îsraîlî, Shlomo Brom dibêje guherîna herî mezin dê avabûna Kurdistanekê be.
Brom di hevpeyvînekê de li bajarê Tel Avîvê yê Îsraîlê, ji televizyona Rûdawê re got, "belkî guherînên mezin rû nedin, lêbelê bihêztirîn eger dewletbûna Kurdan e."
INSS li ser ewlehiya Îsraîlê, Rojhilata Navîn û cîhanê vekolîn û xebatên akademîk dike û salê gelek civînên navneteweyî, bi beşdariya rojnamevan, pispor, siyasetmedar û dîplomatan lidar dixe.
Li ser rewşa welatên din yên navçeyê Brom, ku berê li gel Ereban beşdarî giftûgoyên aştiyê bûye, dibêje "ne piştrast im Sûrî, Iraq û Lîbya careke din vegerin ser rewşa xwe ya berê."
Nexşeya hevçerx ya navçeyê, paşmayeya Şerê Cîhanê yê Yekem û lihevkirinên hêzên kolonyal ên wê demê ye. Bi tayet Peymana Sykes-Picot ya Brîtanî û Fransiyan, ku 16ê Gulanê sedemîn salvegera wê bû, wekî yek ji sedemên sereke ya hebûna sînorên îro tê nîşandan.
Rudaw
