• Saturday, 21 February 2026
logo

Kobanê…Salih Mûslim û şandeke Amerîkayê civiyan!

Kobanê…Salih Mûslim û şandeke Amerîkayê civiyan!
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku wek baskeke PKKê yê Kurdistana rojava ye, li gel şandeke Amerîkayê civiyan.

Çavkaniyeke ji kantona Cizîrê ji BasNewsê re ragehand, roja sêşemê 17.05.2016 Hevserokê PYDê Salih Mûslim bi helîkoptereke Amerîkayê ve ji Silêmaniyê vegeriya bajarê Kobanê ya Kurdistana rojava.

Li gor zanyariyên bi dest ketine roja çarşemê 18.05.2016, nûnerê Serokê Amerîkayê Barack Obama yê taybet di hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAIŞê Bret Mc Gork jî serdana bajarê Kobanê kiriye.

Babeta serekî ya civîna Salih Mûslim û Bret Mc. Gork û berpirsên Amerîkayê, di şerê dijî DAIŞê û rizgarkirina bajarê Reqaya Sûriyê ye, ku wek paytexta xîlafeta DAIŞê tê zanîne.

Yek ji babetên din ên civînê jî, derbasbuna şervanên YPG ên baskê PYDê ne, bo rojavayê çemê Firatê û rizgarkirina Cerablûs û Minbîcê, ku di bin desthilatdariya DAIŞê de ye, ku Tirkiye ji vî karî nîgerane û gef ji derbasbuna YPGê dike.

Basnews
Top