• Saturday, 21 February 2026
logo

Dû sale berhemhînan petrolê li bîyav a Eyîn Zale hatîye westan

Dû sale berhemhînan petrolê li bîyav a Eyîn Zale hatîye westan
Ev dû sal dibin berhemhînan a petrolê li bîyav a Eyîn Zale hatîye westandin. Rêveber ê ewê bîyav a petrolê dibêje: ji dem a hatin a Daişê bo deverê hemû bîr ên petrolê hatîne têkdan û ji wê demê ve yek bermîl a petrolê di vê bîyavê de nehatîye derhînan.

Beşîr Mehemed Gergerî, rêvber ê bîyav a petrol a Eyîn Zale di hevpeyvînekê de li gel Kurditsan24, dibêje: Dem a ku Daişê ev dever kontirol kirî, hemû bîr ên petrolê hatin têkdan, ji wê dem ê ve bîr ên petrol ê ji kar kevtine û tenê yek bermîl a petrolê ji vê bîyavê nehatîye berhemhînan. Çêvekirin a evan bîrepetrol ên bîyavê, 5 milyon Dolar pêdivîne.

Li 2yê Tebax a sal a 2014yê, bîrepetrol ên bîyav a Eyîn Zale ketin bi dest ê Daişê û piştî mehekê hêz a Pêşmerge, şîyan bîyavê ji dest Daişê rizgar bikin, lê çekdar ên Daişê hemû bîrepetrol têkdan û heya niha neşîyane çêvekin.

Bîyav a Eyîn Zale dikeve rojava ya bajar ê Mûsilê, 29 bîr ên petrolê hene û li sal a 1952 ji alîyê şareza yên Birîtanîyayî petrol jê hat vedîtin. Di despêkê de rojane 120 hezar bermîl ên petrolê berhem dihîn, berî hatin a Daişê jî bo deverê, rojane 10 hezar bermîl li vê bîyav a petrolê dihat berhemhînan.

K24
Top