Rayedarekî PDKê: Ew tişta ku Gorran û hevpeymana wê dixwazin, nayê cîh
Tevgera Gorran û YNKê îro (17ê Gulanê) rêkeftinek bi hev re îmze kirin. Di wê rêkeftinê de hatiye gotin, ji bo ku referandom li Kurdistanê bê kirin, divê parlamento were aktîfkirin. Lê PDK vê yekê qebûl nake û dibêje, ew ti carî Yûsif Mihemed, ku endamê Gorranê ye, wek serokê parlamentoyê qebûl nakin.
Li ser vê mijarê, endamê serkirdatiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re got, mijara serxwebûna Kurdistanê û referandomê ti eleqeya xwe bi aktîfkirina parlamentoyê re tine çimkî ew, dubarekirina lîstoka 23ê Hezîrana par e.
Elî Ewnî diyar kir ku piştî referandom û ragihandina serxwebûnê divê sîstema rêvebirin û parlamentoyê li gorî berjewendiyên welêt were guhertin.
Li gorî wî rayedarê PDKê, ew şerê ku niha Gorran û YNK dikin, şerê piştî dewletbûna kurdan e, aktîfkirina parlamentoyê jî girêdayî serxwebûna Kurdistanê ye.
Basnews
