Serok Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Iraqê kir
Li kombunê da guhertinên û pêşhatên dawî yên siyasî û emniyên Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê xistin ber behs û di derbarê hengavên çareserkirina proseya siyasî ya Iraqê guftûgo kirin.
Li mijareke dinê civînê de tekez li ser pabendbûna çareseriyên diyalog û guftûgoyên binyatner ya li çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal kirin.
Li dirêjahiya kombuna di navbera Serok Komarê Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê de, serkeftinên Pêşmerge û rola hêzên Iraqî ya li rûbirûbuna rêxistina terorîstî ya Da'îş bilind hate nirxandin.
