Çapemeniya Brîtanya rapirsiyê li ser serxwebûna Kurdistanê dike
Malpera The New Mail a Brîtanyayî li ser rûpelên xwe yên serekî de rapirsiyek li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê daniye.
Malper di heman demê de navê wan kesane kom dike, ku piştgiriyê didin serxwebûna Kurdistanê û piştre navê wan kesane dide parlamento û hikûmeta Brîtanyayê.
Rapirsî hemwelatiyên Brîtanyayê digre navxwe û herwaha kesên biyanî jî dikarin beşdariyê lê bikin, lê bi rêgez divê Brîtanyayî bin, ku wek hemwelatiyên Brîtanyayî li wan tê temaşe kirin û li wê derê jiyan dikin.
Basnews
