• Saturday, 21 February 2026
logo

Peyama Enumena Wezîrên Herêma Kurdistanê derbarî derbazbûna sedsal bi ser rêketina Sykes–Picot

Peyama Enumena Wezîrên Herêma Kurdistanê derbarî derbazbûna sedsal bi ser rêketina Sykes–Picot
Îro sedsal bi ser rêketina Sykes–Picot derbaz dibe ku bê berçav giritina xwest û îradeya beşek ji gel û pêkhatiyên deverê, mafên wan hatinê binpê kirin, bi taybetî gelê Kurdistanê xedreka mezina dîrokî jê re hate kirin, ku bi gel û axa xwe hate parçekirin, ku encama vê jî, sedsal karesat û piroseya kawilkariya ax û hewla nehêştina nasname û cinosayida gelê aştîxwazê kurd bûye.

Îro di demekê de ku gelê Kurdistanê di bereyên pêşnegê şerekê bi qeder daye ku hembêza cîhana azad û pêşketinxwaz û şaristaniya mirovatiyê girtiye, bi îradeya xwe berevaniyê ji man û hebûna xwe û behayên mirovatiyê dike. Dema vê yekê hatiye ku civaka pêşketiya navdewletî bi kiryar bersiva helwesta dîrokiya gelê Kurdistanê û xedra mezin ya Sykes–Picot bide û wek berpirsatiya dîrokî ya xwe qerebûya gelê sitmdîde û aştîxwaz bike û rêzê ji xwest û îradeya wê bigire.

Encumena Wezîrên Herêma kurdistanê

16-5-2016


Top