Hêzên hevpeyman alîkariya zêdetir ji bo Pêşmerge wê bikin
Gotûbêjê Hevpeymanê Steve Warren ji Şerqûl ewsedê re ragehand, DAIŞê sedî 40 ê navçeyên ku dagir kiribun ji dest daye û hêzên hevpeyman û hêzên bejayî şikesteke giring bi wan daye jiyan kirin.
Herwaha Steve Warren diyar kir, karê serekî yê hêzên hevpeymanan bombebaran kirina bingehên rêxistinê yên aborî ne, lêdana rêveberiya wan û derxistina DAIŞê ya bi temamî li bajar û cîhên avadan kirîne.
Berdevkê hêzên hevpeymana navnetewî ragehand; Hêzên Hevpeyman wê berdewam bin di alîkarî û perwerdekirina leşkerî ya hêzên li herêmê de şerê dijî DAIŞê dikin, ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ya herî bi bandore û hêza herî serkeftiye ji aliyê bejayî ve li dijî rêxistina DAIŞê û wan alîkarî bi giştî wê berdewam bin.
Basnews
