• Saturday, 21 February 2026
logo

'Pêşmerge li hemberî 100 dewletan'!

'Pêşmerge li hemberî 100 dewletan'!
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî pesnê rola Hêza Pêşmerge dide û dibêje, Hêzên Pêşmerge rûbirûyê terorîstên zêdetir ji 100 dewletî bûne.

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî îro yekşemî 15ê Gulanê li bajarê Bexdayê bi Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis re civiya.

Di vê civînê de, Îbrahîm Ceiferî ragihand, bi hewlên hemû hêzên niştîmanî dê Iraq ji kirîza niha bi awayekê serkevtî derbas bibe.

Îbrahîm Ceiferî herwiha amaje bi rola Hêzên Pêşmerge, milîsên Heşda Şeibî û Heşda Eşîran kir û ragihand, qehremnanên Pêşmerge, Heşda Şeibî û Heşda Eşîran serkevtinek mezin di şerê li dijî DAIŞê bi dest xistine û rûbirûyê terorîstên zêdetir ji 100 welatî sekinîne û şer dikin.

Ji aliyê xwe ve jî Jan Kubis piştgîriya Netewên Yekbûyî (NY) bo Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de ragihand û tekez kir, NY li ser derbaskirina kirîza niha ya Iraqê mikur e û pêwîst e Parlamentoya Iraqê jî dest bi karên xwe bike.

Rudaw
Top