6 çekdarên DAIŞê xwe di nav kargeha gazê ya Bexdayê de teqandin
Berdevkê fermandehiya operasyonên Bexdayê ya artêşa Iraqê, Seid Mein ragihand, îro (15ê Gulanê) danê sibê çekdarên DAIŞê êrişî kargeha gazê ya Tacî li bakûrê Bexdayê kirin lê êrişa wan hat şikandin û kargeh hat kontrolkirin.
Wî fermandeyê artêşa Iraqê da zanîn ku çekdarên DAIŞê destpêkê bi otomobîleke bombekirî êrişî kargehê kirin paşê 6 çekdarên DAIŞê bi kemberên bombekirî derbasî nav kargehê bûn lê hemû ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin kuştin.
Li gorî agahiyên wî rayedarê artêşa Iraqê, kargeh bi tevahî ji aliyê artêşa Iraqê ve hat kontrolkirin lê sê depoyên kargehê şewitîn.
Hat gotin ku di wî şerî de 24 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Basnews
