• Saturday, 21 February 2026
logo

Îran Barzanî vedixwîne Tehranê

Îran Barzanî vedixwîne Tehranê
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi fermî ji bo Tehranê hatiye vexwendin.

Ev çend sal in Barzanî serdana Îranê nekiriye.

Roje Şemiyê, Wezîrê Istîxbarata Îranê Mehmûd Elewî û şandeke pêre li Başûrê Kurdistanê bûn û civînek bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê di wê civînê de Serokê Herêmê ji bo serdana Tehranê hate vexwendin.

Daxuyaniyeke li ser malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatî belavkirin li ser naveroka civînê diyar dike ku têkiliyên dualî hatine giftûgokirin.

Vexwendina Îranê di demekê de ye ku Başûrê Kurdistanê hem di şer de ye li dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ), hem jî xwe ji bo serbixweyî û dewletbûnê amade dike.

rudaw
Top