• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Qamişlo û Girê Sipî teqîn, 3 şehîdbûn

Li Qamişlo û Girê Sipî teqîn, 3 şehîdbûn
Êvara roja 14 Gulanê 2 teqîn li Kurdistana Rojava rûdan, li gorî zaniyariyên serekî 3 kes şehîdbûne û 5 kes jî birîndarin.

Li gorî zaniyariyê ragehandina Opozisyona Sûriyê, teqîneyek li qada Osman Sebrî li bajarê Qamişlo rûda, bi vê sedemê kesek şehîdbûye û 3 kesên din jî birîndarbûne.

Ji aliyekî din ve, îro teqîneyek li bajarê Girê Sipî otombîlek asayişa PYDê teqiya û bi vê sedemê hemwelatiyek şehîdbû û du kesên din jî birîndarbûn.

Heta niha ti kesî ya aliyekî berpirsiyaretiya xwe li ser van kiryaran nedaye, lêbelê tê pêşbînî kirin û çekdarên DAIŞê ew teqîn pêkanîbin.

Basnews
Top