• Saturday, 21 February 2026
logo

PKKê dîsa li Colemêrgê êrişî leşkerên Tirk kir

PKKê dîsa li Colemêrgê êrişî leşkerên Tirk kir
Li herêma Oramarê ya Colemêrgê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket û di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyan yekîneya artêşa Tirkiyê ku li girê Kurkî yê li herêma Oramara Colêmergê operasyon dikir, rastî êrişa PKKê hat.

Di encama pevçûnê de li gorî agahiyan destpêkê leşkerekî Tirk jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyê din ve li gor Ajansa Nûçeyan ya Firatê, di vî şerî de gelek leşker hatine kuştin û cenazeyên 8 ji wan li herêmê di bin kontrola gerîla de ne.

Herwiha hat gotin, balafirên şer ên artêşa Tirk jî bombe li qada şer barandine.

Herwiha şer û pevçûnên li herêmê hêj berdewan dikin.

Duh jî li navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de 6 leşkerên Tirkiyê hatibû kuştin û 8 jî birîndar bibûn û herwiha di encama ketina helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê de jî 2 pîlotan jiyana xwe ji dest dabûn.

Sererkaniya Tirkiyê ketina helîkopterê wek sedemek teknîkî dabû lê li gor hinek îdeayan ew helîkopter ji aliyê gerîlayên PKK’ê ve hatibû xistin.

Rudaw
Top