Artêşa Tirkî derbasî herêma Efrînê dibe û riyeke teze ava dike
Jêderên Rojnamevanî ji hêerma Efrînê dane zanîn ku Îro Artêşa Tirkî derbasî navçeya Cindrêsê bû û riyeke teze navbera gundên Hemam û Merwaniyê ava dike, heman jêderî da nasîn ku riya teze tê ava kirin bi driêjahiya 2 KM û bi ferehbûna 5 M û ji gundên Hemamê yê bakûrê Kurdistanê dest pêk dike ta gundên Merwaniyê yê Rojavayê Kurdistanê û li milekî din 6 leşker tev çek û zirxê xwe derbasî Rojava bûne.
