• Saturday, 21 February 2026
logo

NY şandeke vekolînê dişîne Bakurê Kurdistanê

NY şandeke vekolînê dişîne Bakurê Kurdistanê
Neteweyên Yekbûyî (NY) şandeke mafên mirovan dişîne Bakurê Kurdistanê da ku vekolînê li ser tawanên şer ên ji aliyê polîs û artêşa Tirk ve hatine encamdan bike.

Li gorî daxuyaniyekê ku roja Înê li ser malpera Nivîsgeha Komîsarê Bala yê Mafên Mirovan li NY hatî weşandin, şandeyeke bi serkirdetiya Komîsar Zeid Ra’ad Al-Hussein dê di "zûtirîn dem" de biçe Bakurê Kurdistanê û dest bi vekolîna binpêkirinên mafên mirovan bike.

Daxuyanî wê yekê dixe rû ku Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê ji NY re ragihandiye ku ew ji serdana şandeyê re amade ne.

Roja Sêşemê Al-Hussein di daxuyaniyekê de gazinc kiribûn ku Dewleta Tirkiyê rê nade NY li navçeyên şer di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên Tirk de derketî vekolînan bike.

Di heman daxuyaniyê de komîsarê NY gotibû ku her diçe bêhtir delîl ji serçaveyên bawerpêkirî derdikevine holê ku hinek kiryarên hêzên Tirk li bajarê Cizîrê gihîştine asta tawanên şer.

Bajarê Cizîrê yê li ser parêzgeha Şirnexê ji Çileya Pêşîn 2015an heta Adara 2016an li jêr qedexeyeke 24demjimêrî ya hatûçûyê de bû.

Berpirsê bala yê NY got: "Agahiya herî dil nîgeran dike ew e ku, wekî me ji şahid û xizmên qurbaniyan bihîstî, zêdeyî 100 mirov di jêrzemîna avahîyekê de ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dorpêçkirî bû bi şewat hatine kuştin."
Wî herweha ew yek xiste rû ku ne cihê qebûlê ye di sala 2016an de "li navçeyeke ewqasî berfireh û berdest de" kêmasî derbarê agahiyên bûyerên li wir diqewimin de hebe.

Al-Hussein roja Çarşemê jî nameyek ji Wezareta Derve ya Tirkiyê re şandibû ku têde daxwaza rêdana şandeya NY dikir da ku "bi şêweyekî serbixwe dengoyên binpêkirina mafên mirovan vekole."
Top