Balyozê Yekîtiya Ewropa: Pêşmerge me jî diparêze
Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) îro Înê 13ê Gulanê serdana bajarê Helebceyê li Başûrê Kurdistanê.
Balyoz Patrick Simonnet û şandeya pêre çûne Monomênta Helebceyê û goristanê şehîdên êrîşa kîmyayî ya sala 1988an.
Simonnet da xuyakirin, ku mebesta wan ji serdana Helebceyê ev bû ku agahdarî dîrok û kultura wî bajarî bin.
Balyozê YEyê li Iraqê ragihand, ku ew li hember vîna (îradeya) xelkê Helebceyê matmayî ye, ji ber ku ligel wê çendê ku karesatek mezin bi serê wan de hatiye, lê belê cardin karîne vegerin bajarê xwe û avedan bikin.
Simonnet herwiha di dema serdana xwe bo Helebceyê de ji Rûdawê re got "Pêşmerge ne tenê Kurdistanê lê herweha me (Ewropayê) jî diparêze."
Derbarê pêwîstiya hevkarî û alîkariya YEyê li gel hêzên Kurdistanê, Simonnet ragihand ku ew her hewla wê yekê dide ku welatên endamê YEyê bêhtir piştevaniya Pêşmerge û Başûrê Kurdistanê bikin.
Rudaw
