Turkiman helwêsta xwe derbarê referandomê eşkere kirin
Seroka Lîsteya Çaksazî û Pêşkeftin a Turkimanî di parlemena Kurdistanê de Mûna Qehweçî ji BasNews re ragehand: “Ji yekemîn rojde em wek partî û wek firekesyon jî em dibînin pêkanîna referandomê yasayî û sirûştî ye û divê li Herêma Kurdistanê û navçeyên dervî îdareya Herêma Kurdistanê were encamdan.”
Mûna Qehweçî amaje bi wê yekê kir ku, ev maweyê du salane Pêşmergeyên Kurdsitanê bêyî alîkariya Hikûmeta Iraqê şerê li dijî çekdarên DAIŞê dike jibo rizgar kirina navçeyên ku artêşa Iraqê ew radestî DAIŞê kirbûn.”
Ew serkirdeya Turkimanî dibêje: “Pêwîsta referandomê ne pêwîstî zemînekî navdewletî ye, lêbelê divê em bi xwe zemîna wê amade bikin wê demê wê welatên biyanî bi xwe sifriyê jibo raxin.”
Mûna Qehweçî daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike ku bi şêweyekî bilez û fermî “Pirojeya xwe ji aliyên siyasî re pêşkêş bike jibe rev yek armanca hemû xelkên Kurdistanê ye.”
Basnews
