Iraq çekên pişka Kurdistanê nade
Endamekî kurd yê Lijneya Asayîş û Bergiriyê li Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdulla ji Rûdawê re ragihand ku para çekan a Başûrê Kurdistanê ji ber ku Wezîrê Bergirî yê Iraqê Xalid Ubêdî heta niha pesend nekiriye nehatiye şandin.
Ew çek ji aliyê welatên endamê hevpeymaniya DAIŞê ve hatine rêkirin û li Bexdaya paytextê ji aliyê Iraqiyan ve hatine ragirtin. Ebdulla diyar nekir ka ew çek ji aliyê kîjan welatî ve hatine şandin.
Ebdulla herweha eşkera kir Wezîrê Iraqî temînat daye ku wî 5 ton çek û teqemenî bişîne Kurdistanê lê belê hê ew soza xwe neaniye cih.
Başûrê Kurdistanê ji sedema ku ne dewleteke serbixwe ye nikare yekser çek bikirre yan wergire lê belê ji ber ku hêzên Peşmerge li gorî destûra Iraqê beşek in ji hêzên ewlehiya Iraqê, çek û teqemenî yên ji derve tên bi rêya Bexdayê digihine Başûrê Kurdistanê.
Li gel vê yekê jî piştî hilatina DAIŞê û bidestxistina wê ya gelek deverên rojava û bakurê Iraqê, welatên weke Amrîka û Almanyayê ku endamên çalak ên hevpeymaniya dijî wê rêxistinê ne, piştî giftûgoyên dirêj li parlamentoyên xwe biryara rastewxoşandina çekan ji Başûrê Kurdistanê re dan.
Ji dema destpêka êrîşên DAIŞê li ser Kurdistanê, bi hezaran fêrkar û şêwirmendên serbazî yên welatên hevpeymaniyê li Başûrê Kurdistanê cîgir bûne ku hevkarî û piştgiriya pêşmerge bikin.
Rudaw
