• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Stenbolê teqînek mezin; 8 leşker û sivîl birîndar

Li Stenbolê teqînek mezin; 8 leşker û sivîl birîndar
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê teqînek bihêz çêbû. Zanyariyên destpêka didin xuyakirin, ku 8 leşker û sivîl di encama teqînê de birîndar bûne.

Teqîn li cadeya Osmangazi ya navçeya Sancaktepe ya bajarê Stenbolê qewimî.

Li gor zanyariyên destpêkê teqîn li nêzîkî cihekî leşkerî derketiye. Çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyê dan xuyakirin, ku otomobîlek ku tenê 300 metran dûrî fermandeyiyeke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê bû, derket.

Waliyê Stenbolê Vasip Şahin derbarê bûyerê de ragihand, di encama teqînê de 8 kes birîndar bûne, ku 5 ji wan leşker û 3 kes jî welatiyên sivîl in.

Pêştir hatibû ragihandin, di encama teqînê de tenê 5 kes birîndar bûne.

Piştî teqînê hejmarek zêde ya hêzên ewlehiyê, tîmên hawarçûnê û agirvemirandinê gihîştin cihê bûyerê.

Hêzên ewlehiyê li cihê teqînê û derdora wê dest bi lêgerînê kirin.

Rudaw
Top