DAIŞ tengav bûye: Mehane tenê 50 dolarî dide çekdarên xwe!
Şêwirmendê Wezareta Xezîneya Amerîka di warê terorîzmê de, Daniel Glaser dibêje, êdî DAIŞ mîna berê nikare petrolê bifroşe.
Daniel Glaser sebebên vê yekê jî wiha tine ziman: Ji ber êrişên asmanî, daketina nirxa petrolê her wiha zêdekirina tedbîrên ewlehiyê li ser sînorên welatên cîranên Sûriye û Iraqê êdî DAIŞ nikare bi hêsanî petrolê bifroşe û dahata wê nivî bûye û gihîştiye 250 milyon dolarî. Beriya niha dahata salane ya DAIŞê ji firotina petrolê digihîşt nîv milyar dolarî.
Ji aliyekî din, saziya sivîl a Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Londonê ye, ragihandiye, mûçeyê endam û çekdarên DAIŞê yên li herêmên Dêrezor û Meyadîn ên Sûriyê, ji 200 dolarî daketiye 50 dolarî, her wiha mûçeyê rojane yê wan kesên ku ji çekdarên DAIŞê xwe xwarinê çêdikin jî daketiye 2.5 dolarî.
Li gorî agahiyên wê saziyê, gelek çekdarên DAIŞê ji ber kêmiya mûçeyê xwe ji rêxistinê vediqetin û direvin.
Basnews
