• Saturday, 21 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan dixwaze arîşe yên xwwe li gel Bexdayê bi dîyalog çare bike

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan dixwaze arîşe yên xwwe li gel Bexdayê bi dîyalog çare bike
Serok ê hikumet a Herêm a Kurdistanê ragehand, Herêm a Kurdistan dixwaze hemû arîşe yên xwe bi rê ya danûstandin û li hev têgehêjtinê li gel Bexdayê çareser bike.

Evro Pêncşembîyê, Nêêçîrvan Barzanî, serok ê Hikumet a Herêm a Kurdistanê, di kombûnekê de li gel Istîvan Şîmîçko, wezîr ê bervanî ya Hingarîyayê ragehand: Herêm a Kurdistanê hewl dide bi rê ya danûstandinan hemû arîşeyan li gel Bexdayê çareser bike.

Nîçîrvan Barzanî di pişkek a dî ya axivtin ên xwe de got: Pêşmerge li şûn a hemû Cîhanê şerr ê dijî tîror ê dike, çunku ne tenê bo Herêm a Kurdistanê gefe, belku gefe bo ser civakl a nêvdewletî. Hêvî jî xwazt ku Hingarîya wek endamek a Hevpeymanî ya Nêvdewletî, di navend ên nêvdewletî de daxwaz a piştîvanîyek a zêdetir û berdewam bo Herêm a Kurdistanê bike.

Wezr ê Berevanî ya Hingarîya jî di wê dîdarê de tekez kir li ser wê yekê kir ku welat ê wî û civak a nêvdewletî bi awayek a giştî, bir êz û pêzanîn ve li rol a qehremane ya Pêşmerge li şerr ê dijî tîrorê dinerin ku berdewam serkevtinê bi dest xwe ve dihênin û bi xwîn a xwe Herêm a Kurdistanê û hemû cîhanê ji tirs û gef ên tîrorê diparêzin.

K24
Top