Şêwirmendek Obama: Kurd û Herêma Kurdistanê cihê şehnaziya Amerîka ne
Rêxistina Hard Wayar di raportekê de li ser serdana şandekê ji Wezareta Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Amerîka dibêje ku, Şêwirmenda Obama gotiye: Gelê Kurd û Herêma Kurdistanê cihê şehnaziya Amerîka ne.
Di raportê de hatiye Şêwirmenda Serokê Amerîka Barak Omaba bo Karûbarên Olî û Azadiya Baweriyan Melisa Rojares ragehandiye: “Ligel Serokê Amerîka Barak Obama me bi taybet behsa rewşa pêkvejiyanê di navbera olên cuda li Kurdistanê dikim, Kurd hevpeymaniyekî serekî yê Amerîka li navçeyê û Gelê Kurdistan û Herêma Kurdistanê cihê şehnaziya me ne.”
Rêxistina navborî amaje bi wê yekê kirye ku, ev hevdîtina ligel Obama di Koşka Sipî de bû û hejmarek şêwir mend û kasayetî û berpirsên din jî amadebûn.
Basnews
