Milîsên Şîe xortekî Kurd kuştin
Roja çarşemî 11ê Gulanê li ser rêya Bexdayê û li sînorê parêzgeha Diyala ajovenekî Kurd hat kuştin.
Malbata Ehmed Berzan dibêjin, ku milîsên Şîe yên girêdayî Heşda Şeibî Berzan kuştine.
Berpirsê Pêwendiyên Artêşa Iraqê li parêzgeha Diyala Nebîl Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ajovanê Kurd ê bi navê Ehmed Berzan ku 33 salî bûye û bi otobusê rêwî ber bi Bexdayê ve dibirin, li ser rêya Îmam Weys-Şareban ji aliyê komeke çekdar ve rastî teqekirinê hatiye û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.
Kesûkarên Ehmed Berzan jî ji Rûdawê re dan xuyakirin, ku Berzan ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve hatiye kuştin.
Lê belê Berpirsê Pêwendiyên Artêşa Iraqê li Diyala Nebîl Mihemed ew yek red kir û got, heya niha aşkere nebûye ka kesên êrişkar Heşda Şeibî ne yan jî çete û rêgir in.
Piştî êrişên DAIŞê bo ser deverên parêzgeha Diyala, milîsên Şîe bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê li piraniya deverên wê parêzgehê hatine bicihkirin.
Di salên pêşti de rêyên ku ji parêzgehên Diyala û Selahedînê ve ber bi Bexdayê ve diçûn, bi rêyên mirinê dihatin naskirin, ji ber ku çend komên çekdarî li wan deveran çalak bûn û jibilî êrişên bo ser hêzên hikûmetê, xelkên sivîl jî direvandin û dikuştin.
Rudaw
