• Saturday, 21 February 2026
logo

HPGê teqîna Amedê girte ser xwe

HPGê teqîna Amedê girte ser xwe
Li gor Ajansa Nûçeyan ya Firatê HPGê di daxuyanîyekê da teqîna doh ya li Amedê girtîye ser xwe û diyar kir ku di teqînê da 9 polîs hatine kuştin û 15 polîs jî birîndar bune.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku di 10ê Gulanê de saet di 16.30 xulekan de, tîmekî wan li navçeya Baglar ya Amedê li ser rêya Batikentê, çalakiyek encam daye. Li gorî daxuyaniyê tirumbêla bombekirî li hember karwanekî polîsan ve hatiye teqandin û di encamê de 9 polîs hatine kuştin û 15 polîs jî birîndar bûne.

Di teqîna doh de Walîtiya Amedê aşkere kiribû ku 3 kes hatine kuştin û 45 kes birîndar bûne ku 12 ji wan polîsin.

War.tv
Top