• Saturday, 21 February 2026
logo

Rayedarekî PDKê: Ragihandina serxwebûnê pêwîstî bi referandomê nîne!

Rayedarekî PDKê: Ragihandina serxwebûnê pêwîstî bi referandomê nîne!
Rayedarekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, ragihandina serxwebûnê pêwîstî bi referandomê nîne û her kes û hêza ku li dijî ragihandina serxwebûnê be dê bikeve ber hêrsa dîrokê.

Endamê serkirdatiya PDKê Elî Ewnî, li ser encamdana referandoma ragihandina serxwebûna Kurdistanê ji malpera fermî ya partiya xwe re got, di civîna herî dawî ya PDKê de hat gotin ku divê xebatên encamdana referandoma ragihandina serxwebûna Kurdistanê bilez bên kirin û bi hêz û aliyên din re jî hevdîtin bê kirin da ku hemû di mijara referandomê de yekdeng bin.

Elî Ewnî anî ziman ku ji bo ragihandina serxwebûnê pêwîstî bi referandomê nîne û got, dema pêşewa Qazî Mihemed Komara Kurdistanê ragihand, referandom nekir, çû ser berekî û dewlet ragihand. Divê em jî wisa bikin û yekser serxwebûnê ragihînin.

Wî rayedarê PDKê her wiha diyar kir, her kes û hêza ku li dijî vê yekê be dê bikeve ber hêrsa dîrokê û dîrok ti carî wan efû nake.

Basnews
Top